Nûçe
Hat Nûkirin: 8:44 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Yekşembî, 01 Meha Yazde 2009
Mîr Huseyn Musevî dawa li piştevanên xwo dike berdewam bin li bizavên xwo bo gorîna siyasî li Îranê
Bebijarê
serokatîyê sernekeftî Mîr Huseyn Musevî dawa li piştevanên xwo dike berdewam
bin li bizavên xwo bo gorîna siyasî li Îranê.
Di beyannamekê de ku li malpera wî li ser tora înternetê belave bûye Musevî
dibêjît tevgera wî her rijde li ser dawakarîyên xwo.
Piştevanên opozisyonê dibêjin saxtekarî li hilbijartina serokatîya 12ê meha şeş
hatîne kirin li berjewendîya serok Mehmudî Ahmedînejad û herwiha pê diçû ku
Musevî dawa li piştevanên xwo bike pişikdarîyê li xwonîşandanên roja çarşembîyê
biken bi helkefta sî salîya girtina balyozxana Amerîkî li Tehranê ji layê
xwendevanên Îranî ve.
Karbidestên parastina Îranê dawa li opozisyonê kiriye pişikdarîyê li
xwenîşandanên çarê vê mehê nekin.
Hejîyî gotinê ye piştî belavebûna encama helbijartina miştûmir li ser,
xwenîşandanên berfireh li Îranê hatin kirin.
Hikumeta Îranê bi tundî xwenîşander tepeser kirin û bi sedan kes desteser
kirin.