Serokê berê George W. Bush li yariyeka beysbolê li Japonê amade bû, li yekem seredana wî piştî hêlana Seraya Sipî.

 

Birêz Bush û serokwezîrê berê yê Japonê Junichiro Koizumî li yariya nêvbera herdu tîmên Yomiuri Giants û Nippon Ham Fighters amade bûn.

 

Dema xwendekar bû, birêz Bush yarîzanê beysbolê tîma zanîngeha Yale bû.

 

Serokê berê herweha xwedanê tîmeka beysbolê bû li Teksas.