Neteweyên Yekgirtî dibêje ew dê jibo demekê, 600 karmendên xwe yên navnetewî li Afganistanê jiber egerên parastinê veguhêzîte cihekî din.

Peyivdarekî Neteweyên Yekgirtî got rêkxisitna wan biryarekê daye ku nîvê 1100 karmendên wanî li Afganistanê ne bişînin berev cihekî dinî bi tenahîtir li nav welêt û li derveyê welêt.

Heftîya buhurî çekdarên Talîbanê bi êrîşeke ser mêvanxaneyeke navnetewî ya Neteweyên Yekgirti li Kabulê pênc karmendên biyanîyên Neteweyên Yekgirtî kuştibûn.

Herwisa roja pêncşemê hêzên NATOyê ragihand ku serbazekî Amerîkî hatîye kuştin bi hêrîşeke milîtanan ya ser karwaneke NATO li rojhilata Afganistanê.  NATO herwisa dibêje hêzên wê çend milîtanên gumanlêkirî li parêzgehên Werdek û Xost kuştîye.

Di vê navê de Serokwezîrê Brîtanyayê Gordon Brown dibêje herçende pênc serbazên Brîtanî ji alî polîsên Afganî ve roja sêşemê li parêzgeha Helmand li başûr hatibine kuştin jî, welatê wî berdewam pêgirtinê bi şerrê li Afganistanê dike.