Firokeka bê firokevan ku guman tête kirin ya Amerîkî bît bi havêtina
muşekekê du kes li Pakistanê kuştin
Firokeka bê firokevan ku guman tête kirin ya Amerîkî bît bi hêrîşeka
muşekekê li herêma eşîretan li bakûra Wezirîstanê li Pakistanê du kes kuştin
Karbidestêt Pakistanê dibêjin ev hêrîş evro hate
kirin li ser xanîyekî li gundekî li bajêrokê Mîranşah li nêzîkî tixubê
Afganistanê, belê çi pêzanînên pitir li ser hêrîşê nedayne.
Roja çarşembî li başûra Wezîristanê leşkerê Pakistanê got hêzêt wî geheşte
bingehêt serekîyêt Taliban di hêrîşêt xweyêt berdewam da berev devera bingehê
Talîban lê hene.


