Serbazekî Leşkerê Amerîka duhî pêncşembîye li serbazgeheke mezina leşkerî teqe kir û di encamê de bi kêmîve 13 kes kuştin û 31 kesên din jî birîndar kirin.

Karbidestên xwecihî êrîşbirî wek Nîdal Malik Hasan dan nasîn ku wek psîkîyatrîst li nexweşxana serbazgehê kar dikir û rûniştevanê wilayeta Virginia ye.

Komandarê Serbazgeha Fort Hood General Robert Cone dibêje wî serbazî teqe li wê avahîyê kiriye ku lê serbazên dê biçûna Iraq û Afganistanê amade dibûn.  General dibêje du demançe di destê wî serbazî de hebûne li şeva pêncşemê dema ew hêrîş kirîye û herwisa General dibêje ew raportên ku dibêjin gumanlêkirî hatibûye kuştin ne rastin.

General dibêje "Wek ku hatîye ragihandin ew nehatîye kuştin, niha di destê me de ye û rewşa wî aram e.  Ez dubare dîsa dibêjim ku êrîşbir ne mirîye, di destê me de girtî ye û rewşa wî aram e."

Biryar e ku evro karbidestên sivîl û leşkerî li serbazgeha Fort Hood li Texas rojeke matemînî bigêrin bo yadwerîya qurbanîyên yek ji tundtirîn hêrîşên komelkuj bo ser bi serbazgeheke Amerîka.

Serok Barack Obama dibêjît ew hicmetî bûye ji teqe kirina Fort Hood herwisa wî got "hizra min ya destpêkê û duayêt min bo wan kesan e ku birîndar bûyn û malbatêt kesêt ku hatîne kuştin û ewêt sax ku xizmetê dikin li Fort Hood"

Rêzdar Obama got ew digel Wezîrê Berevanîyê Robert Gates û Serokê Stunêt Leşkerî û Admîralê Hêzêt Behrî Michael Muller axift û got ew dê berdewam pêzanîna wergirît li ser wê serhatîyê û dê digel karbidesta hevkarîyê biket bo vekolînê.