Dr. Fuad Huseyn, Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de digel hevkar Belên Salih li ser pêywendîya navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Turkîye axift.  Di hevpeyvînê de Dr. Huseyn dibêje;

"Konferans derbarê têklatîyên navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Turkîye bû û herwisa behsa rewşa doza Kurdî li Turkîye jî hate kirin ku hemû alîyan piştevanîya xwe dîyar kir beramberî siyaseta niha li Turkîye jibo doza Kurdî.

Di konferansê de bi giştî li ser çend xalekê hatîye axaftin ku pêywendîya navbera herdu alîyan di berjewendîya aborî, tenahî û stratejîya herdu alîyan e.  Ew siyaseta li hember doza Kurdî li Turkîye di berjewendîya herdu alîyan de ye û ev siyaset weku proseyek e ku bi çi şêweyekê ji Turkîye re nabe weku metirsîyeke emnî û Herêma Kurdistanê jî nahêle ku ev yek bibe meseleke emnî.

Di konferansê de herwisa behsa aborî, xwendina bilind, nift û stratejîyê hatîye kirin ku girînge medyaya Turkî girîngîyeke mezin da konferansê.  Belê girîng e ku bizanibin hemû alîyên beşdar bûn gotine ku ew ne bi rêya fermî beşdar dibin, ew bi rêya şexsî berşdar dibin.

Belê dîsa jî pêwîst e ku pêywendîyên navbera Turkîyê û Herêmê bi çi awayî be jî berdewam be, û ne tenê li astê fermî be, dive biçe nav xelkê jî, pêwîst e ku biçe nav komeleya medenî jî û pêwîst e ku rola medyayê jî têde hebe."