Abdullah Demîrbaş, Serokê Şaredarîya Surê li Diyarbekirê di hevpeyvînekê de digel hevkar Dexîlê Şemo li ser kêşeyên demokrasîyê û mafên mirovan bi taybetî mafên Kurdan li Turkîye axift.

Birêz Demîrbaş ew gava ku hikumeta Turkîye avêtîye jibo doz anku pirsgirêka Kurdî samîmî anku jidil nabîne.

Serokê Beledîya Surê Demîrbaş dibêje welatên Ewropî bi taybetî naxwazin ku pirsa Kurdî li Turkîye bi temamî çareser bibe da ku karibin ev yek weku asteng deynin ber endametîya Turkîye di Yekîtîyê de.  Belê Amerîka dixwaze ku ev pirs çareser bibe û bibe endama Yekîtîya Ewropa.  Eger Turkîye ev pirsgirêk çareser kir li Rojhilata Navîn dibe hêzeke girîng.

Rêzdar Demîrbaş herwisa kêşeya beşdarbûna serokê Sudanê di konferanseke îslamî de li Turkîye nirxand û got heke Turkîye mêvandarîyê li kesên wisa bike ew tê wê maneyê ku ew jî di sucdarîya dijî mirovatîyê de beşdar dibe.