Rêvebireke hilbijartinê li Îraqê pêşnîyar kir ku hilbijartinên giştî, 5 roj paş dema dîyar kirî, li 21ê meha 1 bêne kirin.

Parlemana Îraqê, rê li deng danê vekirîbû, piştî pesend kirina qanûna hilbijartinê ku jibo pêk anîna hilbijartinan pêdivî bû. Paş çend hefteyên bê encam, parleman Yekşemê yasayê hilbijartinê erê kir, bi dengên 145 ji 195 parlamenterên Îraqî yên hazir bûyî.

Serokê Komîsyona Hilbijartina Îraqê, Faraj El Heyderî roja Duşemê got, divê civata serokatîyê vê pêşnîyara dama nû ya hilbijartinan bipejirîne.

Parleman, jêknegirtina derbarê çawanîya encam dana hilbijartinan li bajerê Kerkukê, dewlemendê neftê û têkel nîjad çareser kir. Li gorî qanûna nû, lêlokîneke taybet dê bête kirin, jibo piştrast kirina hejmara dengdêrên li wî bajerî.