Rojnamevan Şahab Şêxî sebaret bi sêdaredana çalakvanê sîyasî yê Kurd Îhsan Fettahyan ji alî hikumeta Iraqê ve di hevpeyvînekê de digel hevkar Canî Dîlan dibêje mixabin ew nûçeya ku dibêje Îhsan Fettahyan hatîye daleqandin rast e.

Rojnamevan Şêxî dibêje herçende rêxistinên navnetewî û Kurdisanî daxwaza cênebicêkirina wî hukmî kibibûn û malbata wî bixwe jî nameyekê dabû dadgeha Sina da ku kurê xwe bibînin lê mixabin evro sibehê li Zindana Sîna çalakvanê Kurd Îhsan Fettahyan hatîye sêdaredan. 

Birêz Şêxî herwisa dibêje Fettahyan bi îthama muharebe hatibû dadgeh kirin ku hukmê wê 10 salên zindanî bû.  Ev hukmê dadgeha yekê ji alî dadgeha duwê ve hatîye zêdekirin û li dû qanuna Îranê dadgeh ew desthilat nîne ku hukm zêde bike, divîya an hukma ku dadgeha berê daye bicîh bîne an jî kêm bike lê nikare zêdetir bike.

Rêzdar Şêxî dibêje civata navnetewî divê ku wextekî pêştir dest bi çalakvanîyan bike bo nehêlana cêbicêkirina hukmên bi vî awayî ne ku du sê roj berî înfaz kirina hukmî da ku ya hat serê Îhsan Fettahyan li Îranê neyê serê kesekî din.

Hewisa Ajansa peyamên fermîyên Îranê li ser devê karbidestên dadgeha xwecihî dibêje Fettahyan li stana Kurdistan li rojhilata Îranê li zindana Sina hatîye li sêdaredan.  Karbidestî got ku Fettahyan bi tawana dij bi asayîşa welat hilgirtina çek hatibû tawanbar kirin.

Herwisa Amnesty International dibêje li destpêkê 10 salên zindanê bo Fettahyan hatibû birîn belê Dadgeha Bilindtir tawana ''dijminatî digel Xuda" pê zêdetir kir û hukmê zindanê guherand bo îdamê.

Gelî guhdaran hûn dikarin li dirêjahîya vê hevpeyvînê îro linav Bernama Radyoyê ya 8ê sibehê bi dema Washingtonê guhdarî bikin li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî.