Raportekey be em duwayeyî Rêxirawî Çavdêrî Mafî Mirovî Nêvnetewî (Human Rights Watch) şikaye têde hêze Kurdekanî parêzgahî Musil lew tometbar kirdibû, guwaye helsawin be towqandin û karî tundûtûjî li dijî kêmînyekanî parêzgehî Nînowa weku Şebek û Mesîhî û Êzîdî û ew kêşeyî lênaw Kurd û Ereb û wate Hewlêr û Bexda, em kêmînyane têda bûnete qurbanî.

Raporteke kardanewekî zorî be duwaw hebû.  Hikumetî Herêmî Kurdistan duweynê le beyannameyekî da tometekanî raporteke red kirdew be propagandayekîj le qelem da.

Balam eger pirsyar le ew kêmînyaney bixoyan bikin ka raporteke ta çend rast e yaxut be pêçewane, Qadir Selîm endamî Desteyî Balayî binkeyî Laleşî Êzdîyekan bo Dengê Amerîka delêt;

 "Ev raport bitir weku dîyar Hikumet Herêma Kurdistanê pê tawanbar dikin ku ew hevrikîya navbera Hikumeta Kurdistanê û hikumeta Federal da eger bûye ku rewşa Krîstîyan û Êzîdîyan û Şebekan têk biçit û zerarmendin di vê çendê da  Lê bi dîtina min eger em berê xwe bidine wan egeran ku tawanbare ku nehêlit madda 140 cêbicê bibit çunkî madda 140 klîda çarserîyê ye.  Bêguman ev raport ew tiştên ku têda nivîsîne heta raddeyekê rastî heye; xelkê wan deveran zerarmendin, lê weku me gotî ew alîyên me behs kirîn ew tehammul yan ku bitir barê giran keftîye ser milê wan, tengezarî û zirarmendîya xelkê wan deveran berdewam nebît."

Xatun Îblîn Anoya endamî Partî Neteweyî Aşûrî û endamî pêşuwî Encumenî parêzgehî Musil jibo Dengê Amerîka lew barêwa sebaret be Mesîhîyekanî Musil deduwêt:

"Raporteke hîç rastîyekî bo nîya we herwiha Kurd le duwayî awarekirdinî Mesîhîyekanîj nînin, belku acendayektir le pişt awarebûnî Mesîhîyekan hebûn, ewjî; rêxirawî El Qaîde û Hizbî Baas û herwiha hindê tundrewanî Îslamî bûn ke hemîj stuyanî ew danewêtî Musil xalî bikin li Mesîhîyekan û tayfekanî tir.  Dîrokekej ne wekî emro ye, belku le ser demî Saddam Huseynîj Mesîhîyekanî navçekanî Tirkêf u Bertilleh raguezran.  Êstaj dirêjepêderî ew bernameye.  Paşan raporteke bahs le derkirdin û toqandinî Kurdekanîj dekat ke Êzdîyekan e, çon Kurd Êzîdî derbikat le şarî Musil ke xoyan Kurd bin."

Melle Salim Şebekî, serokî Desteyî Rawêşkarî Şebek be tundî lêdwanî dijî ew raporte dedat û be zulm nawî debat û delê "Quwatî Pêşmerge û Hizbên Kurdîj li mintiqê Şebek xizmetî mintiqî Şebek dikin, berdewam legel Şebekin û Şebek bexwo mesulin le naw ew hizbekan, le naw ew hêzekan.  Ême qebul nakeyn ew tişte bê kirn, zulm e û edwan e li ser pêşmerge bît, li ser ezabî Kurdistanî bît.  Ême Şebek zor razî ne be ew wez'ayî legel Kurdistan bîn."

Şayanî bahs e pêş du rojan Rêxirawî Çavdêrî Mafî Mirovî Nêvnetewî raportekî sebaret be rewşî kemînîyekanî parêzgehî Nînova belaw kirdawa.  Raporteke bûwa mawey turebûnî layanî Hikumetî Herêmî Kurdistan û layanekanî tir ke raporteke bahsyan lêwe dekat.  Hendekîj pêyan waye darêjeranî raporteke bo layanekî Erebî û bo mebestekî siyasî be karyan hênawa, be taybetîj ke le hilbijartinî giştî Iraq nêzîk debînewa Musilîj û be taybetî navçe cihê nakokekan yekek e le navçe kêşeleserekan.