Karbidestên Afganî dibêjin êrîşbirekî xwekuj roja înîyê êrîş
biriye ser karwaneke otomobîlan li nêzîkî bingehê leşkerî yê NATO li Kabulê û zêdeyî
20 kes birîndar kirine.
Tê ragihandin ku Talîban berpirsyariya vê êrîşa li hember bingeha Camp Phoenix
xistîye stuwê xwe.
Li alîyek din karbidestên NATOyê dibêjin deh ji wan birîndaran karkerên sivilin
û neh ji wan endamên wan yên hêzên NATOyê û yên din jî xelkê deverê ne.
Ji alîyek dinve serokwezîrê Brîtanyayê Gordon
Brown ji BBC re got ev daxwaz ji Hevalbendên Leşkeri digihîje ku pirtir destek
bidine hewldanên NATOyê li Afganistanê.


