Nûçe
Hat Nûkirin: 8:41 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Yekşembî, 15 Meha Yazde 2009
Rêberên opozîsyona Îranê tepeserkirina xwenîşanderên dijî hikumetê mehkum kirin
Rêberên
opozisyona Îranê wê tepeserkirina ji alî hêzên hikumetê ve li dijberî xwenîşanderên
dijî hikumetê dinav 30.salvegera girtina balyozxana Amerîka li Tehranê mehkum
dikin.
Kandîdayê sernekeftîyê serokatîyê Mîr Huseyn Musevî û herwisa Mehdî Kerrubî jî
vê dawîyê bihevre kom bûn û behsê bûyerêt çarê meha 11 kirin. Malpera ser bi reformistan Mûçkemp roja
şembîyê ji Musevî veguhastin ku dibêjît alîgirên wî dixwazin zindanîyêt siyasî
bêne azad kirin, rewş jibo hilbijartinek paqij bête piştrastkirin û azadîya raderbirîn û
ragihandinê bête berdestkirin.
Dinav bizavekê de ku şîrovekar dibêjin bi merema bêdeng kirina opozisyonê ye
berpirsê polîsê niştimanîyê Îranê roja şembîyê got ew desteyek taybet amade
diket jibo şerr kirina li hemberî tiştê wî gotî gunehkarîyên Înternetê.
Ji alîyek din ve dezgehên ragihandinên Îranê dibêjin parlamana wî welatî sê
endamêt mayîyêt kabîneya serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad pesend kirîne.
Qanundarejên Îranê îro yekşembîyê endamê nihayê parlamanê Hamîd Riza Hacî
Babayî weku Wezîrê nûyê Xwendinê Pesend kir, herwisa Wezîrê navxweyî yê berê
Sadiq Mahsûlî weku Wezîrê nû yê Alîkarîyên Civakî û cîgirê wezîrê hêzûtêhna
berê Mecîd Namcû wek Wezîrê nû yê Hêzûtêhnê hatine pesend kirin.
Hejîyî gotinê ye ku parlamanê berî niha 18 wezîrêt nav kabîna Ahmedînejad li
meha neh derbaz kiribûn.