Li ser azad kirina wan zindanîyan jêderekî zindana Çemçemal di pêywendîyeka telefonî da ew xeber bo Dengê Amerîka piştras kir û got êvarîya evro ew zîndanî hatine azad kirin ku tevaya zindanîyan xelkê naverast û başûrê Iraqê ne û hindek ji wana ew kesbûn ku hatibûne hikumdan û hukmê wan bi dawî hatîye.

Cihê gotinê ye bi sedan terrorist û tometbarên ku li naverast û başûrê Iraqê bi tometa karên terorîstî û hebûna têkelîyan li gel grupên terorîstî li nav girtîxana Susê û girtîxana Çemçemal hatîne zîndanî kirin.

Herwesa bi dehan terorîstên biyanî jî di wan du girtîxanê de hene ku li deverên başûr û naverasta Iraqê ji layê hêzên Amerîka û Iraqê ve hatine desteserkirin û mebest ji wan du girtîxana li Herêma Kurdistanê bi wê mebestê ye ku bizava azad kirina wan terorîstan neyête dan.