Niwênerê Netewên Yekgirtî bo Îraqê alozî û perîşaniya xwe ragehand biramberî helbijartina  niştîmanî ya meha yek.

Di gotarekê de bo Civata Tehanî ya Netewên Yekgirtî, Ad Melkert got serkeftina helbijartinê zehmete bêt piştrast kirin ji ber ko piştî demeka dirêj vêca perlemanê Îraqî li heftiya bûrî qanona helbijartinê pejirand.

 

Civata Tenahî daxaz li partîyên siyasî yên Îraqî kir da yekrîziya nîştîmanî biparêzin dema helbijartina niştîmanî nizîk dibe.

 

Hêşta civata serokatîya Îraqê qanona helbijartina nepejirandiye.  Eger di demeke nizîk de qanon nê pejirandin, renge helbijartin li dema diyarî kirî nehêt kirin.

 

Cêgirê serokê Îraqî Tariq El-Haşimî, ko Erebê Sunnî ye, gefa bikar anîna vîtoyê kirye ji bo red kirina qanona nu ya helbijartinê eger niwêneratiya Îraqî yên ku li dervê Îraqî dijîn li perlemana Îraqê nehêt zêde kirin.