Komîsyona hilbijartina Iraqê amadekarîyên bo hilbijartina niştimanîya meha yek ragirtin piştî cêgirê serokê Iraqî beşeke qanuna hilbijartinê veto kir. 

Cîgirê serokî Tariq'l Haşimî ku Erebê Sunnî ye, evro çarşembî ragihand ku qanuna hilbijartinê dihinêrîte parlamanê da ku beşeke wê bêt guhertin.

Wî got wî divêt ku nunerên Iraqî yên derveyî welatî zêdetir bibe ku piranîya wan Sunnî ne.

Endamên parlamana Iraqê nuke divê dîsa danûstandinê li ser qanunê bikin ku piştî çendîn heftîyên girjî û alozîyan li heftîya buhurî hat pejirandin.

Rêveçûna hilbijartina herwiha rûbirûya pirsgirêkan dibe piştî serokê Herêma Kurdistana Iraqê gefa boykot kirina hilbijartinê kir eger kursîyên zêdetir bo Kurdistanê li parlamanê nên diyar kirin.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dibêjît eger mekanîzma nuke ya dabeş kirina kursîyên parlamanî bê cêbicê kirin, gelê Herêma otonomî ya Kurdî beşdarîyê li dengdanê nakin.

Serokê Dîwana serokê Herêmê Fuad Huseyn dibêjît rêberê Kurdistanê bawer dike ku sistema nuke ye bi armanca kêm kirina kursîyên Kurda ye li parlamana Iraqê.