Dr. Fuad Mahsum serokê Hevpeymanîya Kurdistan li Parlamana Iraqê jibo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka axift li ser ragihandina vê dawîyê ya serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku dibêje eger bêt û meseleya dabeş kirina kursîyan deskarî neke, alîyê Kurdî beşdarî di hilbijartinê de nake.
Dr. Mahsum dibêje belavnameya ku ji alî serokê Herêma Kurdistanê ve hatîye ragihandin ne biryarnameyek e ku eger biryarnameyek bûya divê bi dûr û dirêjî li ser bê fikirîn û hê bê ragihandin, di belavnameyê de tenê dibêjin eger bêt û ew yek nebe dê boykot bête kirin.
Dr. Fuad Mahsum dibêje em dawa du tiştan dikin ya bigerine bo ser jimara berê ya 275 kursîyan li ser hesabê serjimêra berê, yan jî serjimêra Wezareta Bazirganî ya sala 2005 rabigrê û ji sala 2005 heta niha zêdayîya nîsbeta hemu gelê Iraq li parêzgehan bi heman şêweyê be, wek mînak %5, %3 an bi çi nîsbetê be li hemû parêzgehan bi wê nîsbetê be.
Gelî guhdaran hûn bixwazin dikarin li ser lînka destê rastê li dirêjîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin.


