Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Alî Akel, nûnerê rojnameya Yenî Şafaka tirkî li Washingtonê, qala sîyaseta Partîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya derheqa pirsa Kurdî dike.
Birêz Akel dibêje, lazim e AKP nîyeta xwe ya çareser kirina pirsa kurdî zelaltir bike. Rast e, hem ji Partîya Gel ya Komarî (CHP), hem Partîya Tevgêra Neteperwer (MHP) û hem jî, ji leşkerîyê dijberî heye. Lê, çareser kirina pirsa Kurdî bûye sedema hebûna AKPê û edî vegêr tune ye. Heku ew nikane vê pirsê çareser bike, vê çaxê, wekî partîyên din hinda bibe û ji holê rabe.
Akel berdwam dide zanîn, li hindûrê AKP jî, nerazîbûn li dijî prosesa rê vekirina kurdî heye lê, serokwezîr Erdogan bi hêz e û dikane pêşî li wan kesên nerazî bigire.
Gelî guhdarên hêja, hekû bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerema xwe lînka destê rastê kilîk bikin.


