Nûçe
Hat Nûkirin: 8:59 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Pêncşembî, 19 Meha Yazde 2009
Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin
Serokê Amerîkî Barack Obama û yê Koreya Başûr Lî
Myun Bang ji Koreya Bakûr dixwzin da vegereve ser danûstandinên navnetewî bo bi
domhî înana bernama wê ya çekên navokî û reftara xwe ya azirandinê bi domahî
bînîtin.
Piştî kombûnekê evro li Seul rêzdar Lî gote peyamhinêran ku ew û serok Obama
hevbîrin ku pitir bihevre kar bikin bo vegerandina Koreya Bakûr bo
danûstandinên şeş alî û got bînfirehîya wan ya kêm dibît.
Rêzdar Obama got heke Koreya Bakûr hindek pêngavên micid bavêjît berev
rawestandina bernama xwe ya çekên navokî, dê dorgirtin li ser wê hête sist
kirin û dê bi dirustî têkelîyên digel komela navnetewî hebin.