Nûçe
Hat Nûkirin: 9:09 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Pêncşembî, 19 Meha Yazde 2009
Amerîka û hevkarên wê yên navnetweyî dest bi danustandina kirine sebaret bersav nedana Îranê bo pêşnîyaza navokî
Serokê Amerîka Barack Obama dibêjit Amerîka dest
bi danûstandinan kirîye digel hevkarên xwe yên navnetweyî sebaret encamêt
bersiv nedana Îranê li ser pêşnîyaza rêkeftinekê sebaret bernama wê ya navokî.
Evro serok Obama li Koreya Başûr got di van heftîyên hatî da dê li ser hindek
pêngava bi axivin û peyameke rohn û xuya bidene Îranê û got wî hêjta hîvî heye
ku Îran dê biryarekî det ku wê pêşnîyazê qebul biket ku Neteweyêt Yekgirtî
piştevanîyê lê diket ku uraniumê wê bihinêrine derve bo zax kirinê.
Wezareta Derveya Îranê guh neda gefêt vê domahîyê û dibêjît we hizr diket ku
welatêt rojavayê têra xwe dizane ku wê xeletîya berê dubare nekineve ku tole li
ser Îranê danayn û bi ser nekeftî.