Nûçe
Hat Nûkirin: 8:49 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Heynî, 20 Meha Yazde 2009
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê kêşeyên hilbijartina Iraqê ne
Weku
hemu rojên eynî îro jî li 12ê nîvro bi dema Washingtona paytext (demjimêr 9:30ê
êvarê bi dema Îranê, 9ê êvarê bi dema Îraqê, 8ê êvarê bi dema Turkîyê û Surî)
programa zindî ya Hello Washington tê belav kirin.
Babeta bernama Hello Washingtona îro hilbijartinên giştî yên
li Iraqê û herwiha vetoya cîgirê serokê Iraqê Tariq'l Haşimî û paşvegerandina
Dadgeha Destûrî ye.
Mêvanên vê bernamê jî Ala Talabanî endamî parlamana Iraqê û herwiha rojnamevan
Yasîn Taha ne. Mêvandarên bernamê jî
hevkar Muteber Şîrwanî û Heyder Kerîm in.
Jimar ji bo kesên ji her alîyê cîhanê
1-202-619-3861 (Telefona operatora navneteweyî
bikin û jêra bêjin hun dixwazin li ser kîsê vê jimarê telefona wê
bikin). Herwisa bi faxê li ser jimara 1202 203 4876 yan jî bi e-mail li ser
navnîşana kurdi@voanews.com hûn dikarin pirsyar û dîtinên xwe ragihînine bernamê.
Li Turkîye (Peywendîya Belaş - Call Collect)
0800-314-0115 (Telefona operatorê Turkîye bikin û jêra bêjin hun dixwazin
peywendî bi Medya
re biken, jimare 1-202-619-3861).