Nûçe
Hat Nûkirin: 8:49 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Heynî, 20 Meha Yazde 2009
Êrîşbirekî xwekuj li başûra rojava Afganistanê 16 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin
Polîsê Afganî dibêje hêrîşberekî xwekuj ku suwarî
motorekê bû li navçeya başûrê rojavaya Afganistanê xwe teqandîye û di encamê de
16 kesî kuştîye û bi dehan kesên din jî birîndar kirîye.
Hêrîş, evro qewimî li cihekî qerebalix
li bajarê Ferahê paytextê herêma Ferah.
Parêzvanê wê herêmê jibo peyamhinêran ragihand ku teqîn zêde ne dûrî
bingeha wan bûye.
Hêzên Polîsî dibêjin bi kêmîve yek ji kesên hatine kuştin efserekî polîs bûye û
yên din jî xelkê sivîl bûne.
Desthilatdarên Afganistanê dibêjin jimara kesên kuştî dibe ku zêdetir bibe
jiber ku piranîya birîndara di rewşeke saxlemîya xirab da ne.
Di rûdaneke din de desthilatdarên polîs dibêjin piştî teqîna bombeyeke li ser
rê li rojhilata herêma Xuz sê kesên sivîl hatine kuştin.
Ev hêrîş yek roj piştî sondxwarina destbikarkirina cara duwê ya serokê Afganî
Hamid Karzayî têne kirin.
Hêjayî gotinê ye ku di dema rêûresma sondxwarina serokatîyê de birêz Karzaî soz
da ku heta dawîya wezîfa wî dê hêza Afganistanê karibe kontrola asayîşa welatî
bidestvexe.