Layekanî Erebî Sunnî le naw parlamanî Iraqî piştgirî xoyan
bo Tariq Haşimî derbirî û hengawekejî be yasayî û destûrî naw debin.
Sebaret be redkirdineyî vîtoke û nadestûrî kirdinî le layan Dadgehî Yekgirtuwî
Iraqewa Erebî Sunnîyekanî naw parlaman redyan kirdewa ke Dadgehî Yekgirtuwî
Iraqî be şêwazekî fermî parlamanî Iraqîyan agadar kirdibêtewa.
Ayad Samerayî serokî parlamanîj rojî şemî boy yekirdinekey yasake rageyand
balam parlamanteranî Şîî dij bi biryarekey Tariq Haşîmî pêyan waye vîtokey Haşimî
nadestûrî ye û encumenî nuneran carekî tir be zorîneyî deng yasake pesend dekatewa.
Abbas Beyatî parlamantarî ser bi lîstî Îhtîlafî Şîî bo dengî Amerîka delêt; "Kutle
siyasekan pêyan wa ye em vîtoye hîç binemayekî destûri û yasayî nîye. Herwiha birêz Haşimî dawayekî gorankarî
yasayî pêşkêş kir ne weku vîto kirdinî yasaka.
Giftugokanî nêwanman destî pekird bo rizgarbûnman lem haleta le naw
encumenî nuneranî Iraqî da, duwa biryarîjman her eweye pabendbûne be ser cem
bendekanî yasaka be bê hîç goranek. Ême bo
carekî tir yasake dixîne dengdan û serokatî komarîj eger hat û carekî tir vîtoy
bikar hena ewcar helwestekî tir êman debit, balam layanî Kurdî pê waye be pê
destûrî Iraqî cêgirî serokkomar mafî vîtoyî heye û geraneweyî yasake bon aw encumenî
nuneran sûd û kelkî lê werdegrin"
Kamîle Îbrahîm xanime parlamantarî ser bi lîstî hevpeymanî Kurdistanî delêt
mîkanîzmî dabeşkirdinî kursîyekan rexneyî zorî le ser e û le pêdanewejî da
Hevpeymanî Kurdistanî rohnkirdinekanî xoy dekate ber dem encumenî nuneran. Paşan xanim Kamîle Îbrahîm bo Dengî Amerîka
zîyatir rohnkirdineweyda gotî;
"Ême ekîd pêman xoşa ew vîtowe, ke êsta hatuwe. Çimke hindek jimarey nûman be dest keftuwe,
ew jimare nuyane ke weku wesîqe be destman e êsta. Çimke ême îtirazman le ser ewe bû ke
kursîyekanî belaw bûwe le ser hemu muhafazatî Iraq weku yek nebûwe, adaletî
têyda nebûwe, kes tewaqeyî nadet ke be em şikle bêtin îhsaretî Wezaretî Tîcaret
çimkî adadane hîç tabîî nîye, eme zulmekî têyda ye, eme tezwîrî têyda ye, we
dîyar e hedefî sîyasî têda ye. Reqamman pê gehîştîye ke zîyadeyekî
nasyonalîstî zîyad bûwe le ser muhafazat be pêy detaqat tewmînî. Belam êsta ême
xerîkin legel heta Herêmî Kurdistanîj her sê muhafazatî Herêmî Kurdistan
xerîkin nifusî be giştî û be taybetî le ewêy heye werbigrîn û berawird bikeyn
legel ewaney Wezaretî Ticaret. Lew bere
wurde wurde diyar bû êsta ke xumlekî gewre bûwe heta jimare ême kêmyan kirduwe,
nekî êwan zîyad kirduwe. Êmejyan kêm
kirdîye. Leber ewe ême ev vîtoye di
qazancî me dab û. Min lew bawere da me
eger êsta em yasaye çu ber, hetta yanî eger debêy êmej berewve çû, ew kate
serokkomar muttekî debêt be kar bînît."
Cêgeyî amajepêkirdin e le geranewey da bo xaqî Iraqî serokkomar Celal Talabanî
le kongreyekî rojnamenûsî da firokexaneyî Silêmanî amajeyî bewe kird ke dabeşkirdinî
kursîyekan be ser parêzgekanî Iraqî da karekî nasiruştî ye.


