Carekî tir mîrî Êzîdîyekanî Iraq û cîhan Mîr Tahsîn Saîd Beg dawa dekat pênc kursî kota le parêzgeyî Nêynova bo nuneraytî kirdinî Êzîdîyekan le parlamanî Iraq terxan bikrêt.

Tahsîn Beg ke pêş maweyekîj heman dawayî kirdibû rageyand ke ewe pênc kursîy parlaman bo Êzîdîyekanî Musil mafekî rewa ye, be ew pê jimarey zor e û degate zîyatir le nîw milyon kes.  Nawbiraw dejlêt be pêdanî tenha yek kursî zulm û naheqîyek gewre ye beramber be Êzîdîyekan dekrêt çumkî destûrî Iraqîj danî pênawîn weku kemîneyekî Ayînî.  Herwek çon mafî kemînîyekanî tir weku Mesîhî û Sabîyekan destebir kirawa.

Tahsîn Beg dejlêt dawa dekêyn be şêweyekî dadperwerane mafekanman pêdirêt ewîj be pêy rêjekan ke wa pênc kursî bo nunereyatîkirdinî Êzîdîyekanî Musil û herwiha yek kursîj bo Êzîdîyekanî parêzgahî Duhok.

Hazim Beg, wekîlî Mîr Tahsîn Beg û endamî parlamanî Kurdistan bo Dengî Amerîka lew barêwa dedilêt;

"Salahat eme zor mufacî bûyn piştî qanuna întîxabatêt Parlamanî Kurdistanê, wek amil li Krudistanê jiber lîsta muhafazata, wekî Musil yanî 12 danayne, Silêmanî çi dananeyne û bo tahdîda ko tê jî salahat, Êzîdî gelek êcizin, tahdîda ku qanuna întîxabat 100 hezarî yek e.

Em Êzîdî îro li Kurdistana Iraqê 500 hezarin, vêca em taleba heqqê xwe dikin.  Me ji hikumetê û ji parlamana Kurdisanê daxwaz kirîye ku ev tiştî bi cîh bînit.  Bi Xwedê ez bawer dikim taliba Kurdistanê dê teamule digel me biket."

Xwedêda Xelef rojnamevanê Êzîdî obalî destebernekirdin û pênedanî mafekanyan dixate stuwê endamanî Kurd li parlamanî Bexda û delêt;

"Weku Kurdên Êzîdî em hatîne xapandin ji layê herdu Parlamanên Iraqê û Kurdistanê da.  Û bi taybet Parlamana Iraqê em xapandîn û mafên me jî hatine xwarin û ne wek pêkhatinêt din lomeka mezin ji endamên Hevpeymana Kurdistanê ji hundir parlamana Iraqê da dikeyn.  Pêncî endam çû harîkarî û piştevanî bo me nekirin û mafên me jî bi çavekî mezin newergirtin."

Şayanî bahs e duwayî pesend kirdinî yasake û pêdanî tenha yek kursî kota bo Êzîdîyekan rewşenbîranî Êzîdî pêş çend rojeke herîşeyî eweyan kirdibû, eger bêt û pêdaçûneyek be yasake nekird û mafî Êzîdîyekan be tewawî pêyan nedirêt ewa wajû ko dekinewa ta ku weku skalayî yasayî le dijî layanekanî parlamanî Iraq le dadgehî Federalî tomar bikin.