Li ser wê çendê serokê civata parêzgeha Kerkukê Rizgar Alî dinav hevpeyvînekê de ku hevkar Belên Salih ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka pêk anîye bo guhdaran diaxivît û li ser armanca konferansê dibejît;
"Armanca vê konferansê zêdetir dialog bû li nav tîreyên bi kêşeyên parêzgeha Kerkukê û me jî weku civata parêzgeha Kerkukê weku hemu pêkhatîyên parêzgehê berî konferansê rêkeftinekê kir li ser çareserkirina kêşeyan, raporta Neteweyên Yekgirtî û geşepêdana Kerkukê."
Rêzdar Alî dibêje ev konferans yeke resmî nîne û hêjta jî li parlamana Iraqê li ser kêşeya Kerkukê hêjta giftûgoyê dikin û alîyên siyasî negihêştine encameke hevbeş.


