Nûçe
Hat Nûkirin: 8:52 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Şembî, 21 Meha Yazde 2009
Kombûna Parlamana Iraqê li ser qanuna hilbijartinê bêy çi encaman û rêkeftinan bi dawî hat
Biryar bû qanundarejên Iraqê îro şembîyê deng
bidin bo çareserkirina bimbestek siyasî li ser qanuna hilbijartinan ku hatîye
dîyar kirin bo hilbijartinên gişti li meha yek, lê ew kombûn bêy çi encaman û
rêkeftinan bi dawî hat.
Vê heftîyê zû cîgirê serokê Iraqê Tariq'l Haşimî qanuna hilbijartinan ya hatî
pêşkêş kirin vîto kir û got ew dixwazît pitir nuneratî jibo Iraqîyên li derveyî
welatî dijîn hebit yên ku piranîya wan Erebên Sunnî ne.
Ew pêngave bû eger bo Komîsyona Hilbijartinên Iraqê hemi amadekarîyên xwe jibo
hilbijartinên giştî rabigrît.
Parlamana Iraqê îro şembîyê kom bû bo lêkolînê li ser hindê ka cîgirê serokê
Iraqê mafek wisa qanunî heye ku wê qanunê vîto biket ya teslîmî Civata Serokatîyê
tê kirin yan na.
Nerazîyên li wilayeta başûrî an ku li Besra roja eynî xwenîşandan li dijî wê
biryara El Haşimî birêve birin. Herwisa
roja eynî jî cêgirê serokê Amerîka Joe Biden bi rêka telefonê bi Christopher
Hill balyozê Amerîka li Iraqê re axift.