Karbidestên Pakîstanî dibêjin, di operasyonên dijî çêkdarên Talîbanê de li herêma eşîrî ya tîxûbê Afganîstanê bi kêmî ve 18 mîlîtan hatine kuştin.

Karbidest dan zanîn, militan di encama pevçûnên duyemîn roja operasyonan de, li bajerokê Şahû Kel hatine kuştin.

Şer û pevçûn li herêma Orakzaî ya nêzîkî Wezîrîstana Başûr pêk tên ku hêzên Pakîstanî êrîşeke berfireh didomînin li hember çêkdarên Talîban.

Karbidestên Pakîstanî her wiha radigehînin di pevçûnên roja Yekşemê de 16 mîlîtan- li devêra Bajaur hatine kuştin.