Parlemana Îraqê roja Duşemê qanûna nû ya helbijartinan pesend kir, lê parlemanterên Sunnî  dibêjin ew qanûn behsa xem û fikarên wan nake.

Parleman, qanûna nû carekî din şand konseya serokatî ya sê kesan ku renge carekî din bête veto kirin. Bi her cara dereng ketina qanûnê, îhtîmala pêk anîna hilbijartinan li meha yek dereng dikeve.

Cîgirê Serok yê sunnî Tariq El-Haşimî, heftiya çûyî qanûna hilbijartina veto kirîbû û paş de hinartîbû pêş qanûndanêran. Haşimî daxwaza pirtir kursîyan kirîbû jibo Îraqî yên derve- ku piranîya wan Erebên Sunnî ne.

Çavdêr dibêjin, jiber daxwaza Sunnîyên nehatîye cîh, renge Haşimî qanûnê carekî din veto bike.

Piştî vetoya hefteya borî, komîsyona hilbijartin a Îraqê, karê xwe ya dengdanê cemidandi bû.