Hikûmeta Îraqê dibêje, ew pismam û yek jî alîkarên herî zalim yê Saddam Huseyîn, jiber tawanên li dijî mirovahîyê darve kirine ku bi navê Alîyê Kimyayî dihate nas kirin.
Berdevkê hikûmeta Îraqê Alî El Dabbax dibêje Hasan el Mecîd roja Duşemê hate sêdare kirin. Dadgehên Îraqî 4 caran cezayên îdamê li wî birîbûn ku cara dawî jî li zûtirîyê vê mehê bû.
Alî Mecîd ji alîyê dadgehê ve sûcdar hatîbû dîtin, jiber fermana êrîşên kîmyayî yên sala 1988’ê, li dijî Kurdên Îraqê yên bajaroka Halebce.
Di êrîşan de nêzîkî 5 hezar Kurd hatibûn kuştin, ku wekî xirabtirîn êrîşa li dijî sîvîlîan têne qebûl kirin. Mecîd, piştî vê êrîşê bi navê “Alîyê Kimyayî” dihate nasîn.
Elî Mecîd, berê jî cezayê îdamê girtîbû, jiber rola wî ya operasyonên fireh li dijî Kurdên Îraqê ku bi navê bizavê Enfal dihate nasîn. Di wê bizavê hikûmetê de, bi dehan hezaran kes hatibûn kuştin.
Du cezayên din jî bo Mecîd hatîbû dayîn, jibo destkarîyê wî di pûç kirina serhildanên Şîayan de, li salên 1991 û 199’ê.


