Ew îdî’a komela Dewlet Al Îslam ya Îraqê liser malperê milîtana îro Şemîyê hat weşandin. Diwê hêrîşê de xwekûjekî otombêlek li dervey taqîgeha polîsan teqand. Karbidest dibêjin piranîya kûştîyan û birîndara polîs bûn.
Demekî zû vê heftîyê, wê komelê îdî’a berpisyarîya xwe kiribû ji hrîşên xwekûjî yên roja Duşem li sê o têlên navdarên Baxdayê, pêtir rojnamevan û kontrakter lê dimînin, têda 36 kes hatin kuştin.


