Roja Duşembiyê Îranê cêjnên 10 rojî bi helkefta salvegera serkeftina şoreşa Îslamî li seranserî  welatî dest pêkir, ku roja vegeriyana Aytullah Xomeynî ye ji dûrî welat sala 1979-ê.

Xomeynî rijîmek Îslamî li Îranê damezirand ku Îro berew rûyê kêşe û aloziyên siyasî dibe.

Di nav hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, şarezayê siyasî li ser pirsên Îran û Rojhelata Navîn, Abullah Hicab, dibêjit wek 31 salan berî niha dîsan gelek Îranî gihorîna rijîmê dixazin.

Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.