Hikûmeta Îraqê ragehand ku Çîn razî bû ji 80 ji-sedê yê deynên Îraqê xweş bibe.
Wezareta diravî ya Îraqê ragehand ku Îraq bayê 8.5 milyar dollaran deyndarê Çînê ye.
Çîn razî bûna xwe ragehand jibo xweşbûn li deynên Îraqê piştî kombûna nêvbera karbidestên Îraqî û Çînî.
Ev biryara Çînê renge berjewendiyên bazirganiyên Çînê li Îraqê pitir pêşde bibe. Kompaniya National Petroleum (CNPC) ya ser bi hikûmeta Çînê kontrakteka mezin ya petrolê ligel hikûmeta Îraqî mor kir.


