Karbidestên polîsê Îraqî dibêjin bi sedema peqîna bombekê roja Çarşembî bi kêmî ve 20 ziyaretvanên Şî’e hatin kuştin û bi kêmî ve 100 kesên din birîndar bûn.
Karbidest dibêjin ew bomb di nav duçerxekê de hatibû veşartin û nizîkî bajêrê pîrozê Kerbela hat peqandin.
Her weha li Bexda du bomb li ser rêka ziyaretvanên Şî’e peqîn û di encam de yek kes hat kuştin û şeş kesên din birîndar bûn.
Bi sedan hizar Şî’e vê heftiyê diçin Kerbela ji bo çilleya mirina Îmam Hûsên.


