Ew êrîş roja Eynî çêbûn demê bi sedan hezar ziyaretvanên Şî’e li bajarê Kerbela, başûra Bexdayê kom bibûn, bo rêvebirina rêûresmek olî ya girîng bi helkefta dawî hatina behidariya jibo Îmam Husên ku li sed sala 7ê hatiye kuştin.
Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton ew tond û tîjî mehkûm kir, demê dinav ragehandinekê de got ew çend dûr bûna terorîstan li moral û exlaqê nîşan dide.
Associated Press ragehandinek ji Serok wezîrê Îraqê Nourî al- Malikî ve vegohastiye têde Al- Qaide û ogirên wan yên ser bi rijîma Be-is a berê ya Sedam Hosênî bi encamp dana wa êrîşan tometbar dike.


