Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê  Berhem Salih basê jimareka pirsên girêdayî bi herêmê ve dike weke yebûna hêzên Pêşmerge, Asayiş û kêşên nêvbera hikûmeta Îraqî û hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê hikûmeta Herêmê dibêje nuha kar bi biryara yekbûna hêzên Pêşmerge dihêt kirin û dest bi ava kirina çar lîwayên hêza Pêşmerge hatiye kirin.

Birêz Salih dibêje komeleka kêşên neçareser kirî nêvbera Bexda û Herêm hene, û divê ev kêşe bi destûr û bendên destûrî bihên çareser kirin.

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna peyamnêrê Dengê Amerîka Omer Ferhadî bi serokwezîrî re, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.