Nûnerê bilind yê sîvîl yê NATO li Afganistanê daxwaz ji gundiyên parêzgeha Helmand dike ku hay ji xwe hebin li dema hêzên hevalbend dest bi hêrişeka mezin li ser cihekî xurt yê Talîbanê dikin.

Balyozê berê yê Brîtanî Mark Sedwill li roja Sêşemê ev huşdarî da xelkê sîvîl yên ku li pêş hêrişa NATO li ser bajaroka Marjah li başûra parêzgehê, narevin.

Dezgeha ragihandina Associated Press ragihand ku milîtan rêkê li hindek ji wan kesan digirin yên hewil didin ji bajarokê derkevin.

Bajaroka Marjah, cihekî xurte ji bo bazirganiya muxederatan û demek dirêje li jêr desthelata Talîbanê bûye.

Li van rojên dawiyê, hêzên NATO daxwaz ji akinciyan kiriye ku ji bajarokê derkevin û NATO radigehîne ku ew dê xwarinê û xaniyan dene wan kesên ji ber hêrişê derbider dibin.