Îran radigehîne wê dest bi zax kirina yoranyomê bo pileya bilindtir kiriye. Eve dijî bizavên navneteweyî ye ku jê dixazin bizavên xwe yên navokî rawestîne.

Destgeha ragihandinê ya dewletê dibêje, pirose li roja Sêşemê li sazgeha Netenz ya Îranê bi amede bûna lêvekulên Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî destpêkir.

Îranê roja Dûşemê Ajansa Hêza Atomî ya Navneteweyî ji nexşa xwe agahdar kir bû ku dê yoraniyomê 20 li sedê zax kit bo amade kirina keristeyên sotinê bo sazgeheke navokî ya dermanan.

Welatên hêzdar yên rojava alozin ku heke Îran bikarit yoraniyomê heta wê pilê zax bike, li paşerojê dê şêt her bi heman awayî yorniyomê pêtivî bo çêkirina çekan bi berhem bînit.

Lê Îran rijte ku bernama wê ya navokî bo armancên bi aştî ye.

Civata Tenahiyê ya Netewên Yekgirtî sê caran tole li ser Îranê danayne jiber ku razî nedibû zax kirina yoraniyomê rawestînit.

Amerîka û Firensa radigehînin ew dê bizavê bo danana zêdetir toleyan kin. 

Karbidestên Amerîkî dibêjin renge heta çend heftiyên din ew biryar bihête dan.