Kardarekê Swisrî ku Lîbya di xwest wî bigrît bi tawana şikandina rolêt mişextîyê xwe da destê  karbidestan li Terablisê piştî heyvekê xwe di balyozxana Swisrî de asê kirî.

Max Goeldi roja Duşembî ji balyozxana Swisrî derkeft piştî wezîrê derve yê Lîbî huşdarîyek daye diplomatêt Ewropî.

Dadgeheka Lîbî li sala bûrî Goeldi bi çar mehan mehkum kirbp bi tawana şikandina qanonêt mişextîyê û kardarî ya ne qanonî.

Li sala 2008 Lîbya ew kes girtibû çen rojekja piştî Swisra kurê rêberê Lîbî Mo'ammar Qedafî girtî jiber reftara wî ya xirab ligel du karkerekêt xwecihî.