
Oleg Rozhkov roja Çarşemê got Rûsya ligel welatên din yên mezin hêz bizavê nake ji bo danana sizayan ,yên dikarin bibin egera veder kirina Îranê ji aliyê siyasî, aborî yan diravî ve.
Ajansa nûçeyan ya Reuters ragehand Rozhkov got Rûsya taybet dijî sizayên li ser kerta diravî û ênerjiya Îranê ye.
Karbidestên Rûsî dibêjin armanca sizayên nû dijî Îranê pêdiviye ji bo bersing girtina belav bûna çekên navokî be, ne ji bo siza kirina hemu welatî.
Welatên mezin hêz yên cîhanê bawer dikin ku Îran hewla çêkirina çekên navokî dide li jêr perdeya bernameka ênerjiya sivîl . Îran van tawanbariyan red dike.


