Di jimareke êrişên xwekuj de li roja Înî li paytexê Afganistanê, bi kêmî ve 16 hes hatin kuştin.

Wezîrê derve yê Hindistanê S.M Krişna got neh kesên Hindî, hindek ji wan karbidestên hikûmetê, di êrişan de hatin kuştin.

Diplomatekê Îtalî û hemwelatiyekê Frensî ji qurbaniyan bûn. Her wisa sê polîs hatin kuştin û bi kêmî ve 38 kesên din birîndar bûn.

Otombîleka bombekirî li Kabulê derveyî mêhvanxaneka diktorên Hindî peqî. Bi kêmî ve du êrişberên din çûne di mêhvanxanê de û yek ji wan xwe peqand û yekî din ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Talîbanê berpirsyariya xwe hember êrişên roja Înî diyar kir.