Di encama erdhejiyeke de li welatê Çîlî bi hêza 8.8 ya pîvana Richter, bi kêmî ve 122 kes mirin, jimareka avahiyan hilweşîn û huşdariya sunamî li dewir û berên herêma Pasifik hate dan.
Encama erdhejiya Çîlî li paytext Santiago. 27 Feb 2010

Seroka Çîlî Michelle Bachelet rewşa tengaviyê ragihand û got zêdeyî 85 kes bi tenê li herêma başûr ya Maule mirin.

Zû li roja Şemiyê, erdhejî nêzîkî 100 kîlometra dûrî yek ji bajarên herî mezin yên welatê Çîlî qewmî. Jimareka erdhejiyên din yên bi hêz piştî ya yekê qewmîn.

Erdhejiya despêkê çend cade, avahî û pir wêran kirin. Her wisa, ziyan gehişte firokxana paytext Santiago û mecbur bûn firokxanê bigirin.

Ziyan gehiştiye hêlên elektrîkê û telefonê jî li gelek cihan û ji ber vê çendê, rêyên peywendiyê hatine birrîn.

Şareza huşdarî didin ku bi sedema erdhejiyê, renge sunamiyeke bi hêz li welatên Pasifik, ji wan Rûsya û wîlayeta Hawaii li Amerîka,biqewme.