
Desthilatdar dibêjin bi kêmî ve du polîs û zarokek ji qurbaniyane.
Her wisa, karbidest dibêjin nêzîkî 24 kes di êrişa roja Şemiyê li Karak birîndar bûn. Bajarokê Karak nêzikî tixûbê Afganistanê ye û dikeve nêzîkî 150 kîlometra li başûra rojhilata Pêşawar.
Serokekî xwecihî yê polîsan û dîdevanan got, êriş nêzîkî dergehê serekî yê dezgeha polîsan hate kirin.
Karbidest dibêjin mizgeftek nêzîkî peqînê hilweşiya.
Ajansa nuçeyan ser bi hikûmeta Pakistanê ve ragihand, ku serok Asif Ali Zardarî û serokwezîr Yousuf Raza Gilanî ew êrişe şermizar kir û soz da ku berdewam bin di şerê dijî têrorîsmê de.


