Polîsên dijî tîrorê li Îtalya dibêjin wan 11 bergûman jiber rahênan û amade kirina milîtanan jibo Partîya Karkerên Kurdistanê ya berbendkirî li Tirkîyê, girtine.
Polîsên Îtalîya girtina 10 Kûrdên ji Tirkîyê û hemwelatîyekê Îtalî, dûhî Înî ragihand. Karbidest dibêjin ew li dû 16 bergûmanên din digerin.
Karbidestên cêbicê kirina qanûnê yên Îtalî dibêjin, ew girtin pişkeke ji hewlên çend welatên Ewrûpî li dijî tîrorê, ji wan Frensa, Almanîya , Belçîka û Holanda.
PKK ji aliyê Tirkîyê û çend welatên din yên cîhanê ve, wek rekxistiyeka tîrorstî hatîye naskirin.
Ew pitir ji bîst salan jibo bidestve anîna otonomî ji Kurdan re li başûra rojhilata Tirkîyê, şerî dikin.


