Karmendîn hawarçûnê roja Yekşemê li Çîlî li qurbaniyan digerin, rojek piştî erdhejeke mezin herêma navîn ya welatî wêran kir.

Avahiyên hilweşyayî li Çîlî, piştî erdhejiya roja Şemiyê. 28 Feb 2010

Erdheja bi hêza 8.8 ya pîvana Richter Şemîyê zû li welatê Amerîka Başûr qewmî. Zêdeyî 100 erdhejên din yên biçuk, yek bi hêza 6.9, dûf wê qewmîn.

Pitir ji 300 kes bi sedema erdhejê mirine û zêdeyî yek milyon xanî wêran bûne. Dihête pêşbînî kirin ku jimara miriyan wê zêde bibe.

Karmendên hawarçûnê roja Yekşemê bizav kir nêzîkî 100 kesên keftîne bin avahiyan, rizgar bikin.

Seroka Çîlî Michelle Bachelet rewşa tengaviyê li Çîlî ragihand. Di encama erdhejê de, avahî û pir hilweşyan û gelek ziyan gehişte hêlên elektrîkê û telefonê.