Bi sedema jimareka hêrişên xwekujî li bajêrê Beqûbe, bakûra Îraqê, bi kêmî ve 31 kes hatin  kuştin û 48 kes birîndar bûn.

Karbidestên polîsê Îraqî dibêjin du otombîl nizîkî nivîsîngehên hikûmet û bingehekê polîsî hatin peqandin.

 

Hêrişberê sêyê xwe li nav ambulensê veşart û xwe li nexweşxanê peqand.

 

Dem û dest çi grupekê berpirsiyariya xwe biramberî wan hêrişan ranegehand.

 

Karbidestên Amerîkî û Îraqî huşdarî didin ku hêrişên çekdaran zêde dibe berî helbijartinên Îraqê.