Li Çîlî, piştî qewimîna sê lerizînên erdî, xelk ji tirsa xwe, ji xanîyên xwe derketin û çûn gir û latên blind. Ev lerizîn, çendroj piştî erdhejîya mezin hat ku di encama de bêtirî 800 kesan hatîbûn kuştin.

Erdhejîya bi hêza 6.0 ya pîvana Richter, bû egera hişdariya Tsunami roja Çarşemê li bajarokê Concepcion. Tê ragihandin, rûniştîyên bajerî ber bi cihên bilind ve çûne.

Ew hişdarî hate rakirin lê akîncî berdewam bi tirs bûn ku erdhejîyên din jî biqewmin.

Concepcion yek ji bajarên herî mezin e, li Çîlî û nêzîktirîn bajar bû di erdhejîya roja Şemiyê de, ku bû egera wêrankariyeke mezin.

 

Her wisa, hikûmeta Çîlî 14,000 leşker hinartine cîyên zêde wêran bûne, jibo parastina ewlehîyê, pêk anîna qanûnê û çavdêriya bizavên alîkariyê.