Medyaya dewletî ya Îranî radigîhîne, Îran destbi hilberîna mûşekeke nû ya kurtavêj kirîye, ku dikane gemîyên cengî yên heta 3 hezar tonî hilweşîne.
Radyo û televîzyona dewletî dibêjin, Wezîrê Berevanî Ahmed Wahîdî, roja Yekşemê li Tehran ragihand ku mûşeka bi navê Nasir 1, dikane ji erdê bo gemîyên behrê bête avêtin.
Ajansa IRNA ji zarê Wahîdî radigîhîne ku, Îran dê mûşekeke nû hibilberîne ku ji helîkopter û gemîyên bin avê jî bikanibin bêne avêtin.
Programa esmanî û leşkerî ya Îranê, bûye sedema xem û fikarên welatên rojava. Ew xema xwe dîyar dikin, ku ev teknolojî di çêkên navokî de bêne kar anîn.


