Bi sedema erdhejîneka bihêz li rojhilata Tirkîye bi kêmî ve 51 kes hatin kuştin.

Ziyanên erdhejînê li Qereqoçan, Duşembî 8-ê Adarê, 2010.Ziyanên erdhejînê li Qereqoçan, Duşembî 8-ê Adarê, 2010.

Hikûmeta Tirkîye di destpêkê de ragehand ku 57 kes hatin kuştin, belê paşî jimara kuştiyan kire 51.

Erdhejîna bi hêza 6.0 sipêdeya roja Duşembî devera Elezîz hejand û bo sedeme herifîna xanî û mizgeftan li jimareka gundên wê deverê.  Bi kêmî ve 70 kesên din birîndar bûn.

 

Dezgehê Çavdêriyê Kandilli ragehand ku ew erdhejîn demjimêr 4:32 sipêdê nizîkî bajerokê Qereqoçan çêbû.

Ji bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêra Dengê Amerîka Xecîcan Farqîn li Diyarbekirê.