Wezîrê berevanî yê Amerîkî Robert Gates seredana Erebistana Saudî kir ji bo encam dana  kombûna li ser bernama navokî ya Îranê.

Gates roja Çarşembî gehişte paytexta Erebsitanê, Riyaz, û ligel Şah Ebdullah kom dibe ji bo bas kirina bizavên Amerîka bo danana toleyên nû yên Netewên Yekgirtî dijî Îranê ji ber bernama navokî ya Tehranê.

 

Çaverê dihêt kirin Gates her wiha basê alîkariyên Amerîka bike ji bo pêşde birina bernamên berevaniya asmanî û muşekiya Erebistana Saudî.