Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden, biryara Îsrael ya ava kirina wargehên nû li Rojhilata Orşelîm ya kêşebar şermezar kir, ku dema serdana wî ya herêmê hate ragihandin.
Birêz Biden di daxuyanîyeke de roja Sêşemê got, naverok û dema daxuyanîya Îsraelê, bêbawerî tîne danûstandinên aşitîyê.
Îsrael, roja Sêşemê ragihandibû ku wê ava kirina 1600 xanîyan li rojhilata Orşelîmê pejirandîye. Nebîl Ebu Radaînah, alîkarê Serokê Felestîn Mahmûd Abbas got, ev biryar hewilênn ji nû ve destpê kirina danûstandinên aşitîyê asteng bike.
Birêz Biden serdana Rojhelata Navîn dike û roja Çarşembî li Ramellah bi seorkê Felestînî Mehmûd Abbas re kom bû


