Talîban berpirsîya rêze êrîşên xwekuj ya Şemîyê li bajarê Qandahar bi stûya xwe girt ku, bi kêmî ve 35 kes hatîbûn kuştin û 57 kesên din jî birîndar bibûn. 

Birayê Serokê Afganîstanê Hamîd Karzaî got, mezintirîn peqîn li ber girtîgeha herî mezin ya bajerî qewimî.

Serokê civata herêmî Ahmed Welî Karzaî got, karbidest bawer dikin ku armanca serekî ya êrîşa Şemîyê, azad kirina zindanîyan bû.

Raportên medya radigihînin ku malpereke Talîban gotiye, ew peqîn mesajek bû jibo qumandarên NATO. Qumandarê bilind yê Amerîkî li Afganîstan, General McChrystal gotîbû, armanca wî ya paştir jinûve kontrol kirina Qandahar e, ku Talîban li wê derê gelek xûrt e.